Sie sind hier:

Tu li dibistana xwe ji cudahîyê(newekhevîyê) dinale ?

Jugendliche, die sich umarmen

Hin êşekan tu ji hevalên xwe yên dibistanê dibîne ji ber ku xuyaye tu derve ye ?

Momoste bi te ne bawerin, rêz ê ji te re nagirin an tu gotinên nebaş ji wan dibhîsê, ji ber ku dê û bavên te ne almanin an ne xwendane ?

Tu bi tena xwe li hewşa dibistanê dimîne, ji ber ku tu nikane biryarê bide ka tu bibe qîz lê law ?

Pir caran tu beşdarî seyranan nabe, ji ber ku kes bala xwe nakişîne ku derketin bê astengîye ?

An tu êşekin dîtir dibîne ? Ev cudahîye ! Û erênî jê re nîne !

Em bo alîkariya te hene !

Jugendliche mit Kopftuch

Emin DiBS ! bo parastina we ji cudahîyê û şîretên xwendekaran .

DiBS ! yek ji karên ReBUZ a bremen û bremerhaven e . Em beşek ji şaredariya bremerhaven in berpisyarê zarok û xwendin ê li bremen in .

Em li virin bo hemû xwendekrên bremen û bremerhaven yên ji cudahîyê dinalin .

Cudakarî tê vê wateyê ku mirov renge reng êşekan dibîne ji ber taybetmendiya xwe an ji hinek rewşên jîhanê . Zayênd, ol, rengê çerm, rewşa rûniştinê û koka civakî hinek ji wêneyên wê ne .

Em wisa alîkariya te dikin :

DiBS!-Team

Em bi te re li ser êşekên te yên berê û niha diaxivin . Em li aliyê te ne . Em tiştekî din nabêjin . Em li te guhdarî dikin .

Em ê bi hev re çarekê bibînin ka tu karê çawa xwe ji cudakariyê biparêse . Em ê binhêrin çawa rewşa te baştir dibe . Tu biryarê bide ka çi dibe .

Her wiha em dikarin şîretan li te bikin bê ku em navî te bêjin . Tu karê bi tena xwe bê ba me an tev mirovekî . Tu çawa dixweze . Bo şîretan cihên cuda li ba me hene .

Em dikarin sozekî li cihê tu bixweze bidin te . Li malên şêwirmendiyê yên ReBUZ an li dibistana te an li cihekî sêrintir bo em bi hev re biaxivin .

Bi çi awayî tê bighê me :

Jugendlicher mit Smartphone

Mobaylê me hijmara xwe eve 0176-42364944 .

Tu dikare herdem îmêlekî ji me re binîvsîne an bi telefonê biaxive .

Heger te nikanî xwe bighanda kesekî, tê karibê ji me re nûçeyekê li ser Mailbox bêje da ku em piştre li te vegerînin .

Li ser wê telêfonê tu dikarê nûçeyan binivsîne .

Her wiha tu dikare îmêlekî binîvsîne . Imêlî me li bremen eve : dibs@rebuz.bremen.de û li bremerhaven eve : dibs@rebuz.bremerhaven.de .

Tu kare bi zimanî ku tu bixweze îmêlî xwe binîvsîne .

Em bi almanî û îngilîzî dizanin . Em ê wegêran(tercimanan) ji zimanên dîtir re peydakin .